Îhsan û Mehmet Şenerî; Diya Wan Saliha Şenerî…

14 02 2013

Kurd û Kurdistanperwer M. Îhsan Şenerî, demek dirêj bû, ku nexweş bû û li nexweşxanê û li mal derman dibû.

Ew di 5. 02. 2013ê de li Stockholmê çû ser dilovaniya xwe.
Hezar mixabin, ew beriya vê 2 rojan, di 11. 02. 2013’ê de, li Kurdistanê li bajarê wî li Elihê û an jî li gundê wî Girêsîra ne, li Swêdê û li bajarê Stockholmê hat weşartin.


imagesCA299A46Îhsan Şenerî, di sala 1951-an de li Elihê hatibû dinyayê û bavê 5 zarokan bû.
Ew jî di dema 12’ê îlona 1980’yî de ket zîndanê û gelek êşkence dît. Nexweşiyên wî jî, di wê demê de qewimîn.
Malbata Şeneran malbatekê welatperêz e. Di malbatê de tu kesên; keç û lawên ji derveyî kurdperwerî mayine, tunene.
Her kesekî malbata Şeneran demek dirêj di nav PKKê xebat domandin. Malbata wan ji bona PKK’ê bû malbatekbingeh.img002
M.Şerîf Şenerî, beriya PKK’ê dest bi şerê çekdarî bike, serokatiya PKK’ê û bi taybetî Ocalan -ku ew li cem Ocalandima û ew diparast – xeter dît; li hemberî PKK’ê dest bi mûxalefetê kir û ji PKK’ê qetiya. Wê demê helwesta malbatawî jî li hemberî M. Şerîf Şenerî wek berpirsiyariya PKK’ê bû. Bes rastî û helwesta wî, derengî bi mûxalefeta Mehmed Şenerî hat fahm kirin.
Lê wî her çiqas ji malbata xwe piştgirî negirtibe jî, mûxalefeta xwe domand.
img246Mehmed Şenerî, di nav PKK’ê de otoriteyek bû. Beriya bikeve hepsê li Batmanê û li tevayî herêma Kurdistanê li sernavê PKK’ê xebatek gelek xurt meşand. Dema ket Zîndana Amedê jî, di hepsê de berpirsiyarekî PKK’ê xuyayî bû.
Piştî ku ji hepsê derket, raste rast çû Bekaa’yê, cem Ocalan.. Pişt re derbasî Başûrê Kurdistanê cem hevalên xweyên çekdar bû. Dema li Bekaayê bû, ji Ocalan fahm kir ku PKK’ê ji armanca kurditî û Kurdistanî derketiye.
Di Kongreya PKKê de giraniyek çêkir û desthilatdar bû. Lê Ocalan ev yeka xeter dît. Piştî demekê jî ji mûxalefeta wîeciz bû û ew xeter dît, binçav kir. Lê Mehmed Cahid Şenerî ji bin çavkirinê reviya, xwe xelas kir.
Li derveyî PKK’ê mûxalefeta xwe meşand. Rêxistina Vejîn-PKK ava kir.
Hezar mixabin ew mûxalefeta wî dirêj najot. Di mijdara 1991-an de li Qamişliyê bi piştgiriya îstîxbareta Sûriyeyê jialiyêmehmet_Sener_arsiv_0020 PKKê de de hat kûştin.
*****
Diya Ihsan û Mehmed Cahid Şener, Saliha Xanim, di Sibata 1988ê de ji bona zilma li hember girtiyên Diyarbekirê protestobike hewildabû ku xwe bişewitîne. Diya wan propagandîsteke PKKê ya gelek xurt bû. Saliha Xanim, bajar û welat welat dihat gerandin ku propagandaya PKKê û Ocalan bike. Wê qsetek tijî kiri bû, pesna Ocalan dida. Lê piştî ku Mehmed Cahid Şenerî bû mûxalefetê PKK’ê, ew jî wek ajanê Dewleta Tirk hat îlan kirin.
Îhsan Şener piştî darbeya 12’ê Îlonê terka welat kir û bi malbata xwe ve li Swêdê bi cî bû.
Wî li Swêdê jî xebata xwe ya Kurdistanperwerî û welatevînî ya siyasî û demokratîk dom kir. Bû endamêFederasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê. Çar salan jî di saliheFederasyonê de berpirsiyarî kir.
*****
Dema ku min bihîst ku Îhsan Şenerî çûye ser dilovaniya xwe, ez gelek xemgîn bûm. Di heman dem de ew xemgîniyamin, dema ku Mehmed Cahid Şenerî û Saliha Xanim hatin bîra min, kûrtîr û xwîndar bû.
Ez û Kek îhsan em dostên hev yên nêzik bûn. Dema ku tenduristiya wî di cîh de bû, wî her dem ji min re telefondikir, pêşniyarên xwe pêşkêşî min dikir û piştgiriya xwe ji min re nîşan dida.
Her dem xeteriya PKKê jî diyar dikir.
Em bi malbata wan re jî gelek dost bûn. Zarokên wî dema biçûk bûn li Sûriyeyê li mala me man û me ew derbasî Swêdê kirin.
Me wek du malbatan ew êşa kûştina Mehmed Şenerî bi hev re jiyan. Ez wê demê bi bêçaretî û bi xizaniya wêmalbatê re bûm şahîd.
Bila serê malbata wî, xwişk û birayên wî, dost û hevalên wî sax be !
Bila serê miletê kurd sax be. Ew ewladekî fedekar û cefakar yê miletê kurd bû. Keda wî naye bîr kirin.
*****
Da salihaDost û hevalê min Hesen Çakirî îro di facebokkê de girêdayî mirina Îhsan Şenerî, bîranînên xwe yên di derbarê Mehmed Cahid Şenerî û Diya wî Saliha Xanimê de nivîsandin. Ew bîranînên xwe gelek caran bi min re jî parve kiribû. Ewebîranînan gelek balkêş û dîrokî ne.
Bîranînên Hesen Çakirî tirkî ne. Mine ew bîranîna gelek girîng dîtin. Ez wek orîjînaliya wan di nivîsa xwe de bi cîhdikim. Ku ew xwendevanên ku tirkî dizanin jê sûd werbigrin.
*****
Kek Hesen Dibêje ku;
Kaynak: Rizgari Online
Reklamlar

İşlemler

Information

Bir Cevap Yazın

Please log in using one of these methods to post your comment:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s




%d blogcu bunu beğendi: